Kurdistan
Serokê Herêma Kurdistanê serxwesî li Sahê Siûdî kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo Şah Selman Bin Abdulezîz Al Seûd Şahê Erebîstana Siûdiyî bi boneya koça dawî ya Mîr Bender Bin Abdulezîz Al Siûdê birayê wî, bi peyamekê serxweşî li wan û malbata wan û gelê Erebîstana Siûdî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de ji bilî derbirîna hevsozî û hevxemiyê, hêvî ji xudayê mezin xwest xwedê jêrazî bi bihişta xwe şad bike û sebir û hedarê jî bide Şahê Erebîstana Siûdiyê.