Kurdistan
Serokê MHPya navçeyeke Sirnexê kurê xwe bi tivingê kust
PeyamaKurd - Serokê rêxistina navçeya Basa (Guçlukonak) a MHPê ya bajarê Şirnexê, kurê xwe bi tivingê kuşt.
Hat ragihandin ku li gundê Cêleka yê girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê serokê MHPê yê navçeyê Nîmet Nas piştî ku bi kurê xwe Mazlum Nas ê 25 salî re dikeve nîqaşê bi tivinga nêçîrê wî dikuje û kurê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide.
Piştî bûyerê Nîmet Nas reviyaye û termê kurê wî Mazlum Nas jî ji bo otopsiyê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Basayê.