TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokê YNKê bi Nûrî Malikî re civiya

Admin L
Nivîskar
📅 09 tîrmeh 2022 12:49

PeyamaKurd – Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û Berpirsê Çarçoveya Hemehengî ya Iraqê Nûrî Malikî civînek li dar xistin.
Li gor zanyariyan, do li mala Mam Celal a Bexdayê Bafil Celal Talebanî û Nûrî Malikî civiyan û rewşa giştî gotûbêj kirin.
Herwiha di wê civîna du qolî de, pêşhat û guhertinên siyasî û rewşa Iraqê û hewildanên damezrandina hikûmeta dahatoya Iraqê hat gotûbêjkirin.

Di berdewamiya civînê de, Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Celal Talebanî  da zanîn: “Hewildanên me ji bo dengên cuda ye û sazana nîştimanî berdewam e, ji ber ku ew rêya tenê wê me bigihîne dahatoyeke aram û seqemgêr di welat de.

Parve bike: