TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokkomarê YNKyî li Silêmaniyê ye

📅 26 gulan 2018 00:00

PeyamaKurd - Serokkomarê Iraqê Fuad Masûm pêşwazî li Cîgirê Serokê Hikûmeta Kurdistanê Qubad Talebanî kir.

Li gor malpera YNKê di wê hevdîtinê de, mijarên wek pêşketinên nû yên Iraq û Kurdistanê, herweha hilbijartinên dawiyê, çawaniya pêkanîna hikûmeteke hevbeş ku di xizmeta hemû Iraqiyan de be hatin nirxandin. 

Piştre Masûm seredana Kosret Resûl kir û li ser avakirina hikûmeta Iraqê guftûgo kirin. Herdu aliyan jî bal kişand ser wê yekê ku divê beşdariyeke bihêz di hikûmeta nû de were kirin.

Parve bike: