Kurdistan
Serokomariya Fuad Husên eskere bû!
PeyamaKurd- Şêwirmendê Serokomarê Iraqê yê berê Celal Talabanî yê bi navê Sadiq Musewî got ku piştî axaftina Serok Barzanî ya duh, êdî serokomariya Fuad Husên qetî bûye.
Duh Serok Barzanî li ser Serokomariya Iraqê mesajek weşandibû û gotibû ku divê hemî partiyên Kurdistanî, li ser namzetekî li hev werin.
Şêwirmendê Serokomarê Iraqê yê berê Celal Talabanî yê bi navê Sadiq Musewî li ser mesaja Barzanî nêrînên xwe parve kirin. Musewî got ku ev mesaj eşkere dike ku êdî Fuad Husên Serokomarê Iraqê ye, ne kesekî dî.
Ji bo Serokomariya Iraqê PDKê Dr. Fuad Husên û YNKê jî Dr. Behrem Salih wekî namzet nîşan dabûn. Ji xeynî her du namzetan jî, 5 Kurdên dî jî xwe wekî namzet nîşan dabûn.