TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî bi Desteya Bilind a Çandiniyê re civiya

Admin H
Nivîskar
📅 11 hezîran 2020 18:16

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî îro bi Desteya Bilind ya Pêşxistina Çandiniya Kurdistanê re civiya.

Di civîna Desteya Bilind ya Pêşxistina Çandiniya Kurdistanê û serokatiya hikûmeta Kurdistanê de, behsa pêşxistina çandiniyê, plan û projeyên hikûmetê bo vê sektorê hat kirin.

Wezîra Çandinî û Çavknaiyên avê Bêgerd Talebanî di civînê de raportek li ser rewşa çandiniya Kurdistanê û karên ku wezareta çandiniyê kirine û karê bikin, pêşkêş kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bal kişand ser kerta çandiniyê li Herêma Kurdistanê ku dikare bibe sektoreke cîgir û bi baştirîn şêwe sûde jê bê wergirtin, wek jêdereke girîng a dahatê, bi riyê parastina berhemên xwemalî û piştevanîkirina li cotkarên Herêma Kurdistanê û dabînkirina bazarên guncaw li navxwe û li derveyî Herêmê ji berhemên wan re.

Desteya Bilind ya Pêşxistina Çandiniya Kurdistanê, 19 Gulana îsal hatiye avakirin. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serokatiya desteyê dike.

Parve bike: