TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî bi Helbûsî li ser rewsa Kerkûkê axivî

Admin H
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2019 20:52

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdana xwe ya Bexdayê de, piştî hevdîtinên ligel Serokomar Berhem Salih û Serokwezîr Adil Ebdulmehdî bi Serokê Paralamena Iraqê  Muhammed Helbûsî re civiya.

Di hevdîtina Serokwezîr Barzanî ya digel Helbûsî de, hat ragihandin ku bi taybet li ser babetên herêmên derveyî îdareya Kurdistanê û bi taybet li ser asayîkirina rewşa Kerkûkê goftûgo hatilye kirin.

Li gorî zanyariyan Helbûsî di civînê de kêfxweşiya xwe bo serdana şanda bilind a Kurdistanê aniye ziman û gotiye, hêvî dikin li demeke nêzîk ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Bexda-Hewlêrê gav bên avêtin.

Di serdana Bexdayê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talabanî, Wezîrê Dadê Fiset Ahmed, Wêzîrê Navxwe Rêber Ahmed, Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl, Wezîrê Darayî û Aboriyê Awat Şêx Cenab û Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fewzî Herîrî beşdar in.

Parve bike: