TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî bi Heysem Cibûrî re civiya

Admin H
Nivîskar
📅 01 tebax 2021 18:00

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê pêşwazî Serokê Kombûna Kefaat Dr. Heysem Cibûrî kir.

Di civînê de, dawî guhartin û pêşhatên Iraq û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Ferderalî hatin guftûgokirin.

Herwiha di civînê de, guftûgo derbarê amadekariyên hilbijartinên pêşwext ên Encûmena Wezîran a Iraqê hate kirin û tekezî li girîngiya encamdana hilbijartineke pak hate kirin ku bibe sedema arambûna rewşa Iraqê û çareserkirina pirsgirêkan.

Parve bike: