TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî bi sanda Almanî re civiya

Admin H
Nivîskar
📅 16 rêbendan 2020 00:08

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi amadebûna cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî, pêşwazî li Şanderê Taybet ê Wezîrê Derve yê Almanya Philip Ackerman û şanda pê re kir.

Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku di civînê rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê û deverê hatiye gengeşe kirin.

Herwiha di civînê de tekezî li ser giringîya berdewamîya hevkarîyan û hevahengîyê ligel hikumeta Herêma Kurdistanê bi taybetî di pirsa têkoşîna terorê û gefên DAIŞê hatiye kirin.

Di daxuyaniya hikûmetê de hat gotin, hewlên Herêma Kurdistanê bo hêwirkirin û damirkandina rewşa Iraqê û deverê û baştirkirina peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta Federal a Iraqê de û çareserkirina bingehîya arêşeyan li ser binemaya destûrê, mijareke din ya civînê bû.

Parve bike: