Kurdistan
Serokwezîr Barzanî, Cejina Çarsema Sor pîroz kir
PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya rastlêhatina Cejina Çarşema Sor a Kurdên Êzidî, peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serokwezîr Barzanî, di peyama xwe de tekezî li ser pêkanîna Peymana Şengalê kir û Cejina Çarşema Sor a Kurdên Êzidî pîroz kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, pîrozbahî li Êzidiyên Mîrî, Baba Şêx û Meclisa Rûhanî ya Êzidiyan û li Êzidiyên li Kurdistan, Iraq û tevahiya cîhanê kir û daxwaz kir ku Peymana Şengalê were bicihanîn, rewşa herêmê asayî bibe, hêzên çekdar derkevin, komên milîs vekişin û aware vegerin warên xwe.
Serokwezîr di peyama xwe de hêviyên xwe yên ku Cejina Çarşema Sor di nav aramî, ewlehî û bextewariyê de derbas bibe, araste kirin.