Kurdistan
Serokwezîr Barzanî Cejna Yaran a Kakekîyan pîroz kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, cejna Kurdên Kakeyî bi peyamekê pîroz kir.
Serokwezîr Barzanî bi boneya cejna Sê Şevî ya Yaran (Qwiltas) a Kakeyîyan ku îro dest pê dike peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Di peyama xwe de Mesrûr Barzanî wiha got: “Pîrozbahîyeke germ araste ya xuşk û birayên me yên Kakeyî (Yarsan) dikim, bi bone ya cejna Sê Şevî ya Yaran. Hêvîdarin cejna xwe di xweşî û kameranîyê de biburînin. Kakeyî (yarsan) pêkhateyeka resena Netewe ya Kurdin û li jêr saye ya evê bi hev re jîyana olî û neteweyî ya li Herêma Kurdistanê heye, mafên wan dê paraztî be.”