TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî derbarê ‘Notre Dame’ de peyamek belav kir

📅 16 nîsan 2019 14:27

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî derbarê şewata ‘Notre Dame’ de peyamek belav kir û hevxemiya xwe anî ziman.

Duhî li paytexta Fransayê li Katedrala Notre Dame a li Parîsê şewatek derketibû. Piştî kurtedemekê şewat mezin bûbû û di wê şewatê de baluleya çanê û banê dêrê biqismî hilweşiyabû.

— Nechirvan Barzani (@PMBarzani) 15 Nisan 2019

Serokwezîr Barzanî derbarê ‘Notre Dame’ de peyamek belav kir û got, “Şewata li Katedrala Notre Dame ku yek ji remzên çanda Fransa û cîhanê ye, cihê mixabînî û daxê ye. Ji ber vê bûyera dîltezîn em hevxemê gelê Fransayê ne.”

 Katedrala ku salane ji aliyê 13 milyon geştyarî ve dihat ziyaretkirin, amadekariyên cejna Paskalyayê ya vê dawiya hefteyê dikir.

Ji ber vê rûdanê Serokomarê Fransayê ku dihat payîn bi rêya televizyonan xîtabî gel bike, axaftina xwe betal kiribû û cihê bû cihê bûyerê.

Parve bike: