TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî: Em ti carî destûra dabeşkirina Kurdistanê nadin

Admin H
Nivîskar
📅 17 mijdar 2026 16:31

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê bingehîn ê projeya geştyarî ya Movenpick a li Gomespana Hewlêrê de gotarek girîng pêşkêş kir.

Serokwezîr li ser peywendiyên bi hikûmeta federal re axivî û anî ziman ku ew bi hemû awayî parêzvaniyê li mafên destûrî û şayisteyên darayî yên herêmê dikin.

Barzanî bal kişand ser wan aliyên ku li dijî saziyên fermî û qewareya Herêma Kurdistanê radiwestin û diyar kir ku ew hewl didin dabeşbûnê di nava herêmê de çêbikin, lê belê gelê Kurdistanê dê destûrê nede van ajandayan.

Serokwezîr Barzanî, her wiha behsa pirsên mûçe, neft û enerjiyê kir û diyar kir ku hin aliyan bi salan hewl dan ku van mijaran ji bin desthilata Herêma Kurdistanê derxînin û niha ku pirsgirêk derketine holê, divê ew kes berpirsiyariya xwe qebûl bikin û daxwaza lêborînê bikin.

Mesrûr Barzanî, tekez kir ku hikûmet ne tenê ji bo dayîna mûçeyan, lê belê ji bo avedankirin û pêşxistina hemû bajarên Kurdistanê bi biryar e.

Di dawiya axaftinê de, Barzanî spasiya hemû karsaz, veberhêner û kompanyayên ku di pêkanîna vê projeyê de ked dîtine kir û hêvî xwest ku ev projeyên geştyarî bibin wesîleya pêşveçûna aborî û çandî ya herêmê. Wî careke din dubare kir ku bi piştgiriya gel û xebatên berdewam, Herêma Kurdistanê dê her tim yekgirtî, bihêz û geş be.

Parve bike: