TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî îro bi sanda Kurdistanê ya çûbû Bexdayê re dicive

Admin H
Nivîskar
📅 11 gulan 2020 18:11

PeyamaKurd - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya hefteya borî serdana Bexdayê kiribû re dicive.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi raspartina Serokwezîr Barzanî hefteya borî cara duyem ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr-Bexdayê serdana Bexdayê kiribû û bi berpirsên Iraqê re hejmarek hevdîtin kiribû.

Li gorî zanyariyan îro 11ê Gulanê piştî nîvro Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi şandê re dicive û encamên serdan û guftûgoyên wê şandê werin guftûgokirin.

Şanda Kurdistanê ya bi Serokatiya Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî di herdu serdanên Bexdayê de, bi armanca gihîştina rêkeftinê derbarê pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de bi berpirsên Iraqê re hevdîtin pêk anîbû.

Parve bike: