TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî pêswazî li sandek amerîkî kir

📅 01 nîsan 2019 14:47

PeyamaKurd - Duh (31.03.2019) êvarî, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya Nansi Linborgî pêşwazî li şandeka Hevpeymanîya Amerîkayê kir. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Seroka Hevpeymanîya navhatî di wê hevdîtinê da li ser rewşa koçberên li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Di wê hevdîtinê de şanda mêvan, keyfxweşiya xwe nîşandan bo vê serdana wan a ji bo Herêma Kurdistanê û spasiya alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin bo kar û çalakiyên ofîsên wan  û pêşwazîkirina Herêma Kurdistanê bo wê hejmara mezin a aware û penaberên şerê DAIŞê.

Herweha tekez li ser wê yekê kirin ku dê li gel hikumeta Herêma Kurdistanê alîkar bin bo avakirina baweriyê li wan deverên ku aware jê hatîne .

Ji alî yê xwe ve, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, spasiya serdana şandê kir û piştrast kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû hewldanekî bike bo avakirina bawerîyê û dîyalogê di navbera pêkahateyan de, bi armanca wegera wan û pêşkeş kirina xizmetguzarîyan.

Nêçîrvan Barzanî kurteyek jî li ser proseya siyasî ya Iraqê pêşkeş kir û hewlên dihên dan bo bo avakirina peyvendîyeka baş di navber a hikumeta Iraqê û Herêma Kurdistanê, ku bi egera wê yekê hinek arîşe hatîne çareserkirin û di pêşerojê de li ser arîşe yên din gêngeşeyê dê bikîn. Herweha amaje bi hewlên pêkhînana kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê kir û tekez kir ku hewildanek rijd heye di navbera alîyan de bi armanca pêkanîna kabîneya nû di dahatîyeka nêzîk de.

Parve bike: