TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî pîrozbahî li Sabîeyên Mendayî kir

Admin H
Nivîskar
📅 17 tîrmeh 2022 12:21

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi sedema hatina sersala nû ya Mendayiyan, peyameke pîrozbahiyê belav kir û germtirîn pîrozbahî li xwişk û birayên Sebîeyên Mendayî yên li Iraq û cîhanê kir.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de got: “Germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xwişk û birayên Sebîeyên Mendayî yên li Iraq û cîhanê dikim û hêviya aştî û aramiyê ji wan re dixwazim û ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ev cejna pîroz atmosfereke tijî pêkvejiyanî, hezkirin û lêborînê li wan û li hemû mirovatiyê vegerîne.”

Sabîeyên Mendayî li Iraq û cîhanê, îro 17ê Tîrmehê sersala Mendayî pîroz dikin ku Mendayî yek ji olên kevnar e. Peyrewên wê olê li parêzgehên başûrê Iraqê bi taybetî li Besra, Meysan û Zîqarê hene û gelek ji wan ji sala 2003an ve, ji ber sedemên ewlekarî, siyasî û aborî koçber bûne û beşek ji wan jî li Herêma Kurdistanê bicih bûne.

Parve bike: