Serokwezîr Barzanî, pistgiriya xwe ji bo pêkanîna hikûmeta nû ragihand
PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi rêya peyamê pîrozbahî li Mihemed Şiya Sûdanî kir û piştgiriya xwe ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ragihand.
Serokwezîr Barzanî, ji bo erkdarkirina pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, Mihemed Şiya Sûdanî pîroz kir û piştevaniya xwe ji bo pêkanîna hikûmeta nû ragihand.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got,
“Ez ji bo pêkanîna hikûmeteke giştgîr, piştgiriya wî dikim ku di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de kar bike û baweriya rasteqîn di navbera Hewlêr û Bexdayê de bihêz bike.”
Serokwezîr Barzanî, di peyameke xwe ya din de jî got,
“Ev hikûmet, divê piştevaniya mafên hemû pêkhateyan bike û bi giyanê hevbeşiya rasteqîn kar bike û cihê baweriya xelkê be ku hêviya siberojeke baştir dikin.”
Salek piştî hilbijartinên giştî, duh di rûniştina Parlamentoya Iraqê de Letîf Reşîd wekî Serokomarê nû yê Iraqê hatibû hilbijartin û Letîf Reşîd jî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, Mihemed Şiya Sûdanî erkdar kiribû.