Kurdistan
Serokwezîr Barzanî sersaxî da malbata rewsenbîrê Kurd Newres Resîd
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya nivîskar û rewşenbîrê Kurd Newres Reşîd sarsaxî da.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: "Mixabin nûçeya koça dawî ya nûser û rewşenbîrê navdar Newrez Reşîd gihişt min. Sersaxiyê ji binemala birêzî re dixwazim. Xwedayê mezin canê wî bi bihûştê şad bike, aramiyê bide kesûkar û hevalên wî."
Newres Reşîd ji bajarê Silêmanî ye û Endamê Akademiya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Partiya Demkrat a Kurdistanê (PDK) bû.
Reşîd yek ji nivîskar û rewşenbîrên girîng ê bajarê Silêmanî û tevahiya Herêma Kurdistanê bû.
Newres Reşîd di jiyana xwe ya siyasî de li kêleka PDKê xizmetên mezin ji bo xelkê Kurdistanê kirine.