TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî tekezî li ser mafê xirîstiyanan û pêkvejiyanê kir

Admin H
Nivîskar
📅 16 mijdar 2026 16:46

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Mijdarê pêşwazî li şanda Fraksiyona Soyana ya li Encûmena Nûnerên Îraqê kir ku ji serokê fraksiyonê Keldo Remzî û endamên parlamentoyê Samî Oşane û Îmad Yoxenna pêk dihat.

Di hevdîtinê de guhertin û geşedanên dawî yên siyasî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê û rewşa pêkhateyan bi taybetî pêkhateya xiristiyan hatin nirxandin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mafên destûrî yên xiristiyanan û kûrbûna çanda pêkvejiyana aştiyane dubare kir.

Her wiha di hevdîtinê de tekezî li ser giringiya bihêzkirina hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Encûmena Nûneran û hikûmeta federal de ji bo parastina mafên hemû pêkhateyan hat kirin.

Parve bike: