TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî û El Odat civiyan: Kurdistan dikare bibe nimûne ji bo hemû Iraqê...

Admin H
Nivîskar
📅 06 îlon 2021 01:43

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Îlonê li Hewlêrê pêşwazî li serokê parlementoya Urdinê Ebdulmunim El Odat û şanda pê re kir.

Di civînê de serokê parlementoya Urdinê behsa pêwendiyên dostane yên navbera Urdin û Herêma Kurdistanê kir û pesnê ezmûna serkeftî ya Kurdistanê jî da di warên avadankirin û geşedanê de ku dikare bibe nimûne ji bo hemû Iraqê.

Serokê hikûmeta Kurdistanê spasiya xwe ji bo helwesta dostane ya şahê Urdinê û hikûmeta Urdinê anî ziman ku berdewam piştevaniya gelê Kurdistanê kiriye bi taybet di şerê terorîstên DAIŞê de.

Di civînê de behsa girîngiya pêşxistina pêwendiyên navbera Kurdistan û Urdinê di hemû waran de hat kirin.

Parve bike: