TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr bi Balyozê Pakistanê re vekirina Konsulxaneya Hewlêrê gotûbêj kir

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 27 tebax 2024 17:20

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Pakistanê Mihemmed Zîşan Ahmed kir.

Di dîdara Serokwezîr û Balyozê Pakistanê de şandeya mîsyona siyasî ya Pakistanê û hin berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê jî beşdar bûn de gringiya geşkirina pêwendiyên Pakistan û Herêma Kurdistanê hate binxêzkirin.

Di dîdarê de her du aliyan dîtin û nerînên xwe yên li ser geşedanên dawî, pêşveçûnên Iraqê û gringiya pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Pakistanê bi hev re parve kirin.

Di beşeke dîdarê de, danûstandin li ser rewşa penaberên Pakistanî yên li Herêma Kurdistanê û derfetên di siberojê de li Herêma Kurdistanê vekirina Konsulxaneya Pakistanê hatin kirin.

Parve bike: