TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr bo salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê peyamek belav kir

Admin L
Nivîskar
📅 25 îlon 2020 16:59

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê facebookê, di derbarê salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir: “Salvegera referandûma bi rûmet, salvegera nîşandana hestê azadîxwaziya gelê me di vê roja pîroz de bilind û payedar be.”

Mesrûr Barzanî peyama xwe bi rêya facebookê belav kir û di beşeke din a peyama xwe de da zanîn: “Ez hêvîdar im, hemû hêvî û mafên rewa yên gelê me bi awayekî aştiyane û serdemî pêk werin.”

Îro Kurdistaniyên li Herêma Kurdistanê û yên li her derê welatên cîhanê, salvegera roja 25ê Îlona 2017an bi bîr tînin, ku wê rojê gelê Kurdistanê beşdarî referandûma serxwebûnê bûn û %93 ji bo serxwebûna Kurdistanê denge "Belê" dan.

Parve bike: