TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr hejmarek saylo û kargehên projeya bazarkirina genimê cotkaran vedike

Admin L
Nivîskar
📅 27 îlon 2021 13:59

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro li Hewlêrê hejmarek saylo û kargehên projeya bazarkirina genimê cotkaran vedike.

Girîngîdana berhemên navxweyî û firotina berhemên cotkaran, beşek e ji bernameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de, hikûmetê dest bi projeya bazarkirina genimê cotkaran kiriye û hejmarek saylo û kargeh li deverên cuda cuda çêkirine û beşek ji wan ketinê warê cîbicîkirinê.

Projeya bazarkirina genimê cotkaran, ji avakirina 4 saylo û 11 kargehên berhemên xurekê pêk tê. Di qonaxa yekem de, 20 saylo û 5 kargeh têne temamkirin, di qonaxa duyem de, jî bîst saylo û 6 kargehên din wê werin temamkirin. Ji bo temamkirina projeyê, heyama du salan hatiye diyarkirin.

Parve bike: