TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Mesûr Barzanî peyameke serxwesiyê belav kir

Admin H
Nivîskar
📅 08 sibat 2021 03:37

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser wefata kesayetiyê diyar û tekoşerê bajarê Silêmaniyê û Pêşmergeyê Îlonê Serdar Axayê Heme yê Ebdurehman Axa peyameke serxweşiyê belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got: 

"Mixabin bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê diyar û tekoşerê bajarê Silêmaniyê û Pêşmergeyê Îlonê Serdar Axayê Heme yê Ebdurehman Axa me bihîst û em xembar kirin. Serxweşiyê li malbata wan ya birêz û hemû nasên wan dikim û hêvîdarim Xwedayê mezin bi behişta xwe şad bike û sebir û aramiyê bide nas dost û malbatê."

Parve bike: