TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr peyameke sersaxiyê arasteyî bawermendê Kenîseya Kovin a Rojhilat kir

Admin L
Nivîskar
📅 12 sibat 2022 20:00

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi peyamekê sersaxî li bawermendê Kenîseya Kovin a Rojhilat kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Ji bo koça dawiyê ya Qedaseta Patriyarkê Keniseya Kevin a Rojhilat Patriyark Mar Eday ya Duyem, pirse û sersaxiyê arasteyî bawermendên Kenîseya Kevin a Rojhilat û xwişk û birayên Kiristiyanî li Herêma Kurdistanê û Iraqê dikim û xwe bi hevbeşê wan dizanim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de eşkere kir: “Xwedayê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide hemû aliyan.”  

Parve bike: