TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Asayîsa avê karê me yê pêsîn e

Admin L
Nivîskar
📅 19 tîrmeh 2022 12:29

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyameke li ser twitterê belav kir de diyar kir: “Asayîşa avê, karê me yê pêşîn e. Em ji bo îdarekirina vê çavkaniya sirûştî ya giranbiha, ji bo alîkariya xelk û cotkarên Kurdistanê dixebitin.”

Di çarçoveya vê siyasetê de, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo girîngîdana çavkaniyên avê, ji bo 9 bendavên din li Herêma Kurdistanê bên çêkirin, rizamendî nîşan daye.

Herwiha li gor biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bendavên Berdesûr, Teqteq, Sartik, Dêrelûk, Bakirman, Mendawa, Basê, Dalge û Xêwate, di vê çarçoveyê de tên avakirin.

Parve bike: