TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê êrîsa ser Balafirgeha Ebhayê sermezar kir

Admin L
Nivîskar
📅 11 sibat 2022 14:05

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi peyamekê êrîşa ser Balafirgeha Ebhayê ya li Erebistana Siûdî şermezar kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de eşkere kir: “Ez bi tundî êrîşa îro ya li ser Balafirgeha Ebhayê şermezar dikim.”

Di  berdewamiyê de Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Ez ji zêdebûna êrîşên bi rêya dronan nîgeran im, bi taybetî li dijî jêrxana aboriya medeniyane.”

Herê dawî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevsozî û piştevaniya xwe ji bo gel û hikûmeta Erebistana Siûdî nîşan daye.

Hûsiyên Yemenê do bi rêya dronan êrîşî balafirgeha sivîl a Ebhayê ya li Erebistana Siûdî kirin.

Parve bike: