Kurdistan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê êrîsên li ser Koye û Zirgiwêzê sermezar kirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di derbarê êrîşên li ser Koye û Zirgiwêzê yên ji aliyê Pasdarên Îranê ve hatine kirin axivî û êrîş şermezar kirin.
Îro 14ê Mijdara 2022an di merasîma vekirina Peymangeha Dahênanê li Hewlêrê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û êrîşên li ser Koye û Zirgiwêzê yên ji aliyê Pasdarên Îranê ve hatine kirin şermezar kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, îro danê sibê 14ê Mijdarê baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koye û baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li gundê Zirgiwêz ê Silêmaniyê rastî êrîşan hatin.
Hat zanîn ku heta niha 2 kes şehîd bûne û 6 kesên din jî birîndar bûne.