Kurdistan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Kawe Mehmûd kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pîrozbahî li Kawe Mehmûd kir ji ber hilbijartina wî weke Sekreterê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê.
Partiya Şûî ya Kurdistanê, ku sala 1993 hatiye damezirandin, roja 2ê vê mehê, heftemîn kongreya xwe li dar xist û di kongreyê de, sekreterê niha yê partiyê Kawe Mehmûd dîsa wek sekterê partiyê hat hilbijartin.
Li gor zanyariyan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî bi vê helkeftê telefonî Kawe Mehmûd kir û pîrozbahî li wî û hevalên wî kir û ji wan re serkeftin xwest.
Herwiha Kawe Mehmûd jî kêfxweşiya xwe anî ziman ku Serokê Hikûmeta Kurdistanê pîrozbahî li wî kiriye.