TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, spasiya Google kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 12 gulan 2022 17:40

PeyamaKurd-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber ku Zaravayê Soranî li Translatê zêde kir, spasiya Kompaniya Googleyê kir.

Mesrûr Barzanî, bi rêya hesabê xwe yê takekesî yê medyaya civakî, peyameke spasiyê belav kir. Barzanî di peyama xwe de ji ber ku duh Zaravayê Soranî yê Zimanê Kurdî li Translatê zêde kiriye, spasiya Kompaniya Google kir. Mesrûr Barzanî got, “Kompaniya Google duh ragihand ku 24 zimanên din li beşa Google Translatê zêde kirine. Di nav wan de Zaravayê Soranî yê Zimanê Kurdî jî cih digire. Zor Spas Google!”

Parve bike: