Kurdistan
Serokwezîrê Kurdistanê bi wezîrê bergiriya Tirkiyê Yaşar Güler re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi heyetekî hukumeta Kurdistanê re, bi seredana fermî giha Îstenbolê û li Koşka Dolmabahçe bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û paşî bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan re hevdîtinan kir.
Piştî hevdîtina Mesrûr Barzanî bi serokkomar Erdoğan û Hakan Fidan re, Barzanî bi wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Yaşar Güler re hevdîtin kir.
Li gor ragihandina hukumeta herêma Kurdistanê; di hevdîtinê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê, Iraqê û rûdanên dawiyê yên li herêmê kirine.
Her dû teref behsa girîngiya aramiya herêmê, Kurdistanê û Iraqê kirin û bûn hemfikir ku divê ewlehî û aramiya herêmê bê parastin.