Kurdistan
Serokwezîrê Kurdistanê û Helbûsî civiyan
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro li Duhokê pêşwazî li Serokê Civata Nûnerên Iraqê Mihemed Helbûsî kir.
Hat ragihandin ku di civînê de, peywendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û berdawamîya danûstandin û gotûbêjên bo çareserkirina pirsên helawistî yên di navbera herdu alîyan de têne guftûgo kirin.
Tê çaverêkirin ku piştî civînê daxuyaniyeke berfireh bê dayîn.