TR KU SO
FB X
Kurdistan

‘Sêwaza îstifaya Albayrak zirar da Erdogan, Binalî Yildirim dibe berpirsê aboriyê’

Admin H
Nivîskar
📅 09 mijdar 2020 21:48

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina ajansa Reutersê ku zanyariyên xwe dispêreke payebilindekî ji nav Partiya Dad û Pêşvebirinê (AKP) piştî karvekêşana zavayê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Berat Albayrak serokwezîr û wezîrê berê Binalî Yildirim dibe cîgirê serokomar ê berpirsê aboriya Tirkiyê.

Di nûçeyê de behsa guhertinên kabîneya serokomariya Tirkiyê hatiye kirin û ji devê berpirsê AKPê hatiye gotin, “Heta îstifa (Berat Albayrak) neyê erêkirin gav nayê avêtin. Dibe Binalî Yildirim bibe cîgirê serokomar. Şêwaza îstifaya Albayrak zirar da serokomar. Hefteya borî dolar wisa zêde bû. Ev ji bo çi wisa bû ku di şevekê de sedê 3,5-4 ket.”

Hêjayî gotinê ye li ser daxuyaniya îstifaya Wezîrê Darayî û Xezîneyê yê Tirkiyê Berat Albayrak ku şevê din li ser instagramê belav kiribû heta dereng jî ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê serokomariyê ve nehat dayîn. Herwiha li şûna Albayrak hîn wezîrek jî nehatiye destnîşankirin.

Parve bike: