Sêx Kemal: Ji bo reforman komîteya hevbes hat avakirin
PeyamaKurd– Cîgirê Sererkanê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Şêx Kemal derbarê xebatên çaksaziyê de ragihand ku komîteyeke hevbeş bo reforman hatiye avakirin.
Şêx Kemal diyar kir ku xebatên çaksaziyê di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de têne kirin û mebest yekxistina herdu hêzên 70 û 80 yên Pêşmerge ne û got, di hevdîtinan de li ser girêdana muçeyên Pêşmerge bi Wezareta Darayî re û girêdana erka parastinê û siyasî jî bi Wezareta Navxweyî ya Kurdistanê re tê axaftin.
Berpirsê Pêşmerge ragihand, ji bo wê mebestê ango reforma nav hêzên Pêşmerge komîteyeke hevbeş ligel wezaretên pêwendîdar hatiye avakirin.
Li gorî daxuyaniya Şêx Kemal, parastina kesên siyasî û saziyên hikûmetê li şûna girêdayî Pêşmerge be, yekser girêdayî Wezareta Navxwe bibe rastir e.