TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sêxê El Ezherê Ehmed Teyîb serdana Iraq û Herêma Kurdistanê dike

Admin L
Nivîskar
📅 10 hezîran 2021 12:29

PeyamaKurd Şêxê Zanîngeha El Ezherê yê li Misirê Ehmed Teyîb, serdana Iraq û Herêma Kurdistanê dike.

Li gor çavkaniyeke nêzîkî Şêxê El Ezherê ji rojnameya El Nehar a Lubnanî re diyar kiriye; Şêxê El Ezherê çendîn car ji aliyê Serokwezîrê Iraqê, Serokê Parlamentoya Iraqê, Serokê Weqfa Sunnî û rayedarên Herêma Kurdistanê ve ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye vexwendin.

Rojnameya Lubnanî dide zanîn, Şêxê El Ezherê Ehmed Teyîb razî bûye ku serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike û niha bi diyarkirina dem û bernameya serdanê ve mijûl e.

Hêjayî gotinê ye ku Şêxê El Ezherê di dema serdana Papa Francis bo Iraqê de ku di meha Adarê de hatibû Iraq û Herêma Kurdistanê, gotibû; “Serdana birayê min Papa Francis ji bo Iraqê, pêngaveke dîrokî û wêrek e, peyama aştî û aramiyê gîhande gelên Iraqê.”

Şêxê El Ezherê û Papa Francis, di Sibata 2019an de li Ebû Zebî di pêngaveke dîrokî de belgenameya biratiyê bi mebesta bihêzkirina pêwendiyên navbera Misliman û Xirîstiyanan îmze kiribûn.

Parve bike: