TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sêxê Êzîdiyan bang li Tirkiyê û PKKê kir!

Admin V
Nivîskar
📅 27 adar 2018 16:36

Şêxê perestgeha Şêx Şerefdîn ya Êzîdiyan, Şêx Îsmaîl daxuyaniyek da û got “Operasyoneke Tirkiyê ya li dijî Şingalê, me ditirsîne.”

Şêx Îsmaîl wiha berdewam kir: “Li Şingalê 28 perestgehên Êzîdiyan û cihên pîroz hene. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan dibêje ez ê Şingalê bombebaran bikim. Êdî em naxazin ku tiştên di 3ê Tebaxa 2014an de çêbûne, careke dî werin serê me. Şingalê, ya gelê Êzîdiyan e. 72 caran gelê Êzîdî hatine qirkirin lê me dîsa serê xwe ji ti kesî re netewandiye.

Şêx Îsmaîl got ku em ji bo ti kesî neyartiyê nakin û wiha berdewam kir:

“Em ji bo hemî mirovahiyê xêr û xweşî û aramiyê dixwazin. Wextê ku em duayan dikin, pêşiyê ji hemî insanên ser rûwê ‘erdê re û paşî jî ji xwe re duayan dikin. Hemî cihên me yên pîroz, li Çiyayê Şingalê ne. Çawa ku em li vir hatine dinyayê, em ê li vir bimirin jî. Em naxwazin ku ti kes welatê me vegire.

Şêx Îsmaîl ji bo PKKê jî wiha got: Ji bo tiştên ku we ji me re kirine, em gelekî spas dikin. Lê ji bo êdî zerar negihe gelê Êzîdî divê hûn ji vir derkevin. Gelê Êzîdî vê hêviyê dike.

Parve bike: