TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sîdekan | Sivanê Kurd bi guleya PKKê hat birîndarkirin

Admin H
Nivîskar
📅 11 tebax 2020 20:58

PeyamaKurd - Li devera Sîdekan ya bajarê Soran li Herêma Kurdistanê, şivanekî kurd ji aliyê PKKiyan ve bi guleyê hat birîndarkirin.

Berpirsê nexweşxaneya nehiya Sîdekan ya bajarê Soran, Dr. Karwan Feysel da xuyakirin ku îro 11ê Tebaxê danê sibê welatiyek bi navê Menaf Ebdullah Xidir (51 salî), ku şivantiyê dike û xelkê gundekî nehiya Herîr e, anîne nexweşxanê ku gule li piyê wî ketibû û giran birîndar bûbû.

Dr. Karwan Feysel gotiye, ew welatiyê kurd li zozanên Sîdekan û li ber pez hatibû birîndarkirin û ji ber xedariya birîna wî ew şandine bajarê Soranê.

Qaymeqamê Soranê Kirmanc Izet jî ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, ew şivan li zozana Berbizinê û ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye birîndarkirin û niha li nexweşxanê hatiye razandin.

Parve bike: