Kurdistan
SÎHA ya Tirk li Singalê otomobîleke PKKê bombe kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 28ê Cotmehê, balafireke bêmirov a biçek ya Tirkiyê (SÎHA) li Şingalê otomobîleke endamên PKKê tê de bûn bombe kir.
Li gorî ragihandina jêderên nav Şingalê, droneke artêşa Tirkiyê otomobîleke PKKê li ser rêyeke giştî ya li navçeya Sekîne ya bakurê Şingalê kiriye armanc ku çekdarên PKKê tê de bûne.
Li gor zanyariyên heman çavkaniyan, di otomobîlê de 2 çekdarên PKKê jiyana xwe ji dest dane û 3 çekdarên din jî birîndar bûne ku hîn nasnameyên wan eşkere nebûne.