Silêmanî | Di 6 mehan de 28 bûyerên xwekustinê çêbûn
PeyamaKurd - Berdevkê rêveberiya polîsê Silêmaniyê îro 10ê Îlonê ‘Roja Cîhanî ya Roja 10ê Pêşîgirtina Xwekuştinê’ ragihand, di heyama 6 mehên borî yên sala 2019ê de 28 bûyerên xwekujiyê hatine tomar kirin.
Berdevkê polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed got, “Di heyama 6 mehên borî yên îsal de 28 bûyerên xwe kuştinê pêk hatine, lê nizanim çend ji wan jin û çend ji wan jî zilam in.”
Li gorî daxuyaniya Serkewt Ehmed, ew bûyerên xwekuştinê, li malekê, yan pirekê yan cihekî bilind, yan jî bi her sedemeke din hebe, wan hewl daye rêgiriyê lê bikin û gelek kes jî bi wî awayî hatine rizgar kirin.
Ehmed diyar kir: “Ti amareke 6 mehên sala 2018an li ber destê min nîne ku em niha berawird bikin ligel 6 mehên destpêkê yên îsal, gelo ka ew amar zêde bûye, yan kêm kiriye, lê bi derbasbûna wan 6 mehên îsal ên dawiyê ve em dikarin bizanin rêje zêde bûye yan na.”
Serkewt Ehmed herwiha da zanîn ku ti bûyerên xwe kuştinê ji destpêka meha Îlonê heta niha pêk nehatine û got, pêwîste hemû aliyên peywendîdar axaftinê li ser bûyerên xwe kuştinê bikin, ji ber karekî bêkêr û bandoreke wê ya xirab li ser civakê heye.