TR KU SO
FB X
Kurdistan

Silêmaniye | 43 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Admin L
Nivîskar
📅 18 nîsan 2022 12:28

PeyamaKurd Li Silêmaniyê 43 koçberên neyasayî ku dixwestin ji wî bajarî derbasî nava xaka Iraqê bibin, hatin desteserkirin.

Li gor Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kir, ajansa Hewalgirî û Lêkolanan a Federalî di Wezareta Navxwe de karî 43 koçberên welatên Asayayê desteser bikin ku bi awayekî neyasayî ji welatekî cîran ve derbasî parêzgeha Silêmaniyê bûbûn û ji wir ve jî hewl dan derbasî Iraqê bibin.

Herwiha da zanîn, piştî desteserkirina wan koçberên neyasayî, rêkarên yasayî li gor madeya 24 ya niştecihbûnê li hember wan hatin girtin.

Parve bike: