TR KU SO
FB X
Kurdistan

Silêmaniye | Di serekî de kesek hat kustin û du kes jî birîndar bûn

Admin L
Nivîskar
📅 12 rêbendan 2021 15:00

PeyamaKurd – Li bajarokê Çemçemal ê Herêma Kurdistanê, di encama şerê ji ber pirsgirêkek civakî de, kesek hat kuştin û du kes jî birîndar bûn.

Li gor rêveberiya asayişa Silêmaniyê diyar kiriye, şeva borî li taxa Raperîn ya Çemçemalê di navbera du kesan de li ser pirsgirêkek civakî şer derket û encamê de welatiyê bi navê K.X.N. ji aliyê kesekî bi navê I.K.I ve hat kuştin û du kes jî birîndar bûn.

Herwiha li gorî agahiyên asayişê, kesê tohmetbar piştî kuştin û birîndarkirina wan kesan, reviyaye lê hêzên asayişê karîn di demek kurt de wî bigirin.

Parve bike: