TR KU SO
FB X
Kurdistan

Singal | Ser di navbera Artêsa Iraqê û YBSê de derket

Admin L
Nivîskar
📅 02 gulan 2022 14:02

PeyamaKurd – Li Şingalê do şer di navbera Artêşa Iraqê û YBŞê de derket û derengiya şevê berdewam kir.

Li gor nûnerê parêzgeha Neynewa yê di Parlamentoya Iraqê de Şêrwan Duberdanî diyar kiriye, roja Yekşemê 1ê Gulana 2022an li Babşilo ya rojavayê navçeya Şingalê di navbera Artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de şer û pevçûn derketiye û heta saet 12:00ê şevê berdewam kiriye.

Şêrwan Duberdanî eşkere kiriye ku Artêşa Iraqê daxwaz dike YBŞ xalên kontrolê yên li herêmê radestî wan bike, lê hêzên YBŞê ne razî bûne û ji ber vê yekê şer derketiye.

Parve bike: