TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sînorê Amêdiyê, bi dijwarî hat bombekirin!

Ruken güler
Nivîskar
📅 11 îlon 2023 03:30

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin ragihandin, helîkopterên leşkerî Gundê Sigerî yê li ser sînorê navçeya Amêdiyê ya Duhokê bi tundî bombardûman kir.

Di derbarê bombardûmana ku hatiye kirin de ziyanên malî û canî hene yan na, li ser vê yekê heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Li gorî karbidestên herêmê radigihînin, bombardûmanên sînorên Herêma Kurdistanê, ji aliyê Tirkiyeyê ve dem bi dem bi hinceta hebûna PKKê dibe sedema ziyanên canî û madî û ziyaneke mezin jî dide deverên çandinî û geştiyariyê.

Qaymeqamê Amêdiyê Warşîn Mayî ragihand ku ji ber hebûna PKKê, 197 gundên li ser sînorê Amêdiyê hatine valakirin.

Warşîn Mayî ragihand ku ji ber hebûna PKKê, tu pirojeyên ku ji bo gundên Amêdiyê hatine amadekirin nehatine kirin û xizmetguzarî ji gundan re nehatiye kirin û şêniyên gund neçar mane ku ji gundan koçî bajaran bikin.

Parve bike: