Kurdistan
Sîrketekî Diyarbekirê 20 hezar maske belas belav kir
PeyamaKurd- Şîrketekî Diyarbekirê ku hilberîna maskeyan dike û fabrika wan li Sanayiya Organîzeyê ye, li ber derê Mizgefta Mezin ya Diyarbekirê stand danî û 20 hezar maske bê pere belav kir. Di van rojan de li Diyarbekirê Kovid-19 gelek belave ye û bo wê jî şîrket maskeyan belav kir.
Yek ji rêvebirê şîrketê Abdulselam Seyitoğulları got ku ew dixwazin balê bikşînin ser zêdebûna nexweşîna kovid-19 ê û weha got:
"Bo xelk bizanibe bê maske çawa tê bikaranîn û bikaranîna wextê maskeyê, bo xelk rastiyê bizanibe em li vê derê ne. Em behsa temamê tedbîrên berlêgirtina Kovid-19 ê bi belavkirina maskeyê re dikin û bo van tiştan em li vê derê ne. Ferqa me jî ji yên dinan ev e.”
Li seranserê bajarê Diyarbekirê, danîna maskeyan ya ber rûyê xwe mecbûriye.