TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sirnex | Bi dehan kes hatin desteserkirin

Admin L
Nivîskar
📅 08 hezîran 2022 16:30

PeyamaKurd – Li Şirnex û gundên wê bi operasyonekê girtin ser gelek malan û bi dehan kes hatin desteserkirin. 

Li gor zanyariyan, polîs û cendirmeyan di saetên serê sibehê de li navenda Şirnexê û li gundên Avgamasya, Sirêrehlê û li xaniyên AFADê girtin ser gelek malan û bi dehan kes desteser kirin. Di malên ku bi ser de hatiye girtin de bi saetan lêgerîn kirin û rewşa awarte ya li gundan berdewam e.

Hat ragihandin, navên hinek kesên hatine desteserkirin wiha ne: “Nîhat Ustun, Saît Ustun, Abdurahman Yildiz, Salîh Ceylan, Haci Ustun, Halîd Gungen û Hacî Ustun.”

Herwiha hat eşkerekirin, kesên hatine desteserkirin birine Liq a Şirnexê. Tê payîn ku hejmara kesên desteserkirî zêdetir bibe.

Parve bike: