TR KU SO
FB X
Kurdistan

Siûdî haziriya yekem firîna bo Kurdistanê dike

📅 14 adar 2018 23:54

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku welatê Siûdî Erebistan, haziriyê dike ku sefera yekem a ji bo Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê encam bide.

Serokê Beşa Bicihanînê ya Şirketa Flynasa Siûdî Erebistanê Bender Bin Ebdulrehman Muhenna, di civîneke rojnamevaniyê de diyar kir ku dê yekem sefera hewapeymayiya wan ji Ciddeyê bo Hewlêrê were kirin û dê xizmeta Misilmanên ku çûne umreyê bikin.

Herwiha anî ziman ku dê firînên Flynasê di demeke kin de ji Mekke, Medîne û Ciddeyê bo Hewlêrê werin destpêkirin.

Flynas şirketa firînê ya nîştimanî ya Siûdiyê ye û heftane nêzîkî hezar û 100 seferan dike.

Parve bike: