Kurdistan
Sivanekî Kurd ji aliyê DAISê ve hat revandin
PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê êvara do 25.04.2022yê li Germiyanê şivanekî Kurd revandin.
Li gor zanyariyan, çekdarên DAIŞê li gundê Duracî yê sînorê nahyeya Zinane ya li navçeya Dawude ya Germiyanê şivanekî Kurd ê bi navê Servet Reşîd revandin.
Çavkaniyek ji asayîşa Germiyanê da zanîn, gelek caran ji xwediyên pez û ajalan kirine ku neçin wan cihên ku çekdarên DAIŞê lê hene, lê guhdarî wan nakin, ji ber wê jî bûyerên revandinê çêdibin.