TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sivîlên ku dewriyeya Tirk protesto kirin hatin gulebaran kirin

Admin H
Nivîskar
📅 12 mijdar 2019 19:27

PeyamaKurd - Hat ragihadin ku îro dema dewriyeya Rûs-Tirk a li rojhilatê Kobaniyê ku ji aliyê xelkê ve bi keviran hat protesto kirin, ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve gule bi ser sivîlan de hatine reşandin û hejmarek xelkê sivîl û hin rojnamevan birîndar bûn.

Jêderên xwecihî li gorî agahiyên destpêkê ragihandin ku li gundê Korpîngarê yê başûr-rojhilatê bajarê Kobanê di encama gulebaranê de hejmarek kes hatine birîndar kirin, lê nasnameya wan hîn ne diyar e.

Herwiha hat diyarkirin ku leşkerên Tirkiyê bi gaza isotê û guleyên rastîn bi ser sivîlên ku nerazîbûna xwe li dijî hebûna artêşa Tirkiyê nîşan dane de reşandine.

Kobanî | Dewriyeya Rûs-Tirk dîsa bi keviran hat pêşwazîkirin

Parve bike: