Kurdistan
Siyasetmedarê Selim Sadak hat girtin
PeyamaKurd - Siyasetmedarê Kurd û endamê dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selim Sadak duh hatîye girtin.
Li gorî zanyarîyan, Hevşaredarê berê yê Sêrtê Selim Sadak bi hinceta ku beşdarî bangeşeya hilbijartinan a HDPê li Rihayê bûye û propagandeya “terorê” kiriye, hat tawanbarkirin.
Selim Sadak, duhî derengê şevê ji mala xwe hate desteserkirin û di heman demê da jî hat dadgehkirin û bo girtîgeha Rihayê hat şandin.