Kurdistan
SMO li Efrînê hinek zîndaniyan serbest berda
PeyamaKurd – Nûnerê ENKSê û SMDKê Ahmed Hasan berê ragihandibû ku li der û dora Efrînê 200 Kurdên siyasî di zîndanê de ne û tevî efûya giştî ya Sûriyê hêjî nehatine berdan.
Ahmed Hasan niha ji bo Rûdawê radigihandiye ku hinek zîndanî serbest hatine berdan û ji zîndana Marateyê 35 kesan serbest berdane.
Ahmed Hasan dibêje ku ji zîndanên dinan jî hinek girtî serbest hatine berdan û serbestberdana wan li ser daxwaza wan hatiye kirin. Jimara wan nehat ragihandin.